Agahiyên bi zimanê kurdî

Hûn nikarin razên an jî xewnên xerab dibînin.
Te tiştên xedar dîtin û bîranîna wan pir diêşîne.
Tu xema zarokên xwe dikî.
Tu nikare konsantre bike û pir caran tiştan ji bîr dikî.
Di jiyanê û tiştên xweş de kêfa te tune, her tişt ji bo te zehmet e.

Sedemên rewşa we serpêhatiyên li welatê we yan dema revînê ne?
Mîna şer an îşkence?
Alîkarî ji bo we heye. Weke Refugio li Bremen û Bremerhaven.

Refugio di vê rewşê de li penaberan digire.

Mimkun e ku meriv psîkoterapiya belaş bike an jî li Refugio şêwirdariyê bistîne. Di vê yekê de wergêrên pispor piştgirîya me dikin.
Di psîkoterapiyê de hûn dikarin pirsgirêkên xwe biaxivin. Ev axaftin
nehênî dimînin. Em bi hev re difikirin: Di pirsgirêkên we de çi ji we re dibe alîkar?

Refugio cihekî ewle ye.

Refugio navendeke şêwirmendî û dermankirinê ya derûnî ye ji bo penaber û mexdûrên îşkenceyê li Bremerhaven û Bremenê. Qeydkirin salê çar caran dibe.

Telefon: 0421 1766770